Meclisa Ewlehiyê bang li aliyên Lîbyayê kir ku biryarên Cinevê bi cih bînin

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyên Lîbyayê kir ku pabendê sozên xwe bin û peymanê pêk bînin û banga pêkanîna agirbestê kir da ku bi rêya diyaloga sîyasî bigihêjin çareseriyekê.

Meclisa Ewlehiyê bang li aliyên Lîbyayê kir ku biryarên Cinevê bi cih bînin
27 cotmeh, 2020   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja sêşemê agirbesta domdar li Lîbyayê ya ku Komîteya Leşkerî ya Hevbeş (5+5) li Cinêvê îmze kiribû, erênî nirxand.

Meclisa Ewlehiyê bang li hemû dewletan kir ku pabendiyê bi qedexeya çekan bikin û mudaxeleyî karên hundirîn ên Lîbyayê nekin.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî li ser Twitterê got: "Îmzeya Qatarê lihevkirinên ku qaşo bi lihevkirinên ewlehiyê bi nav kiribû bi hikumeta Wîfaq re, biryarên diyaloga Cinevê binpê dike.”

El-Mismarî wiha lê zêde kir: “Ev hewldanek ji bo têkbirina lihevkirinên agirbestê, yên ku efserên artêşa Lîbyayê li Cinevê li ser wê li hev kiribû.”

Serokwezîr û wezîrê karên hundir ê Qeterê El-Şêx Xalid bin Xelîfe bin Abdulazîz El-Sanî bi wezîrê karên hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaga re lihevkirinek der barê hevkariya ewlehiyê de di navbera her du wezaretên hundirîn de îmze kir.