Rastiya herêmê bi stranên gelêrî vedibêjin

Hîna jî mîrasa helbestên gelêrî li herêma Cizîrê heye. Helbestvan helbestên xwe di rûniştinên komî û meclisên şêniyên li gundan de dixwînin. Hedefa helbestvanan ji vê yekê eşkerekirina rastî û rewşa herêmê ye. Pirî caran ev helbest dibin stran û di boneyan de tên strandin.

Rastiya herêmê bi stranên gelêrî vedibêjin
17 cotmeh, 2020   02:19
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Hîna helbesta gelê ereb rêbazeke xuyankirina nasname, reftarên civak û çandê ye û bi bûyerên heyî bandor dibe. Bi rêya wê helbestvan peyama xwe ya girêdana di navbera  ferdên civakê de û wefedariya nîştimanî derdixin.

Helbesta gel bi ya civakî tê naskirin. Ew jî her helbesteke ne bi zimanê erebî ya akademîk e. Her helbestvanek bi zaravaya bajarê xwe dinivîse. Gelek cureyên wê hene, Zecel li Şamê, Nebtî li çolistana ereban û Mewal li Misirê.

Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, helbestên gel pir in. Hunermend awazên wan çêdikin û distêrin û şênî jî di boneyên xwe de distêrin. Ji ber hêsanbûna peyvên wê û nêzbûna wê ji zaravaya gel e. Her wiha li herêma Cizîrê helbesta gel dewlemend e û piranî helbestên wê têkiliyên xwe bi hawîrdorê re hene.

Hîna li herêma Cizîrê helbesta gel heye. Helbestvan helbestên xwe di rûniştinên gel, meclisên şêniyên gundan de dixwînin. Ji ber ew helbest rûniştinê geş dikin, ji hêla guhdaran ve tê pêşwazkirin.

Helbestvanên gel ji şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor bûn. Îro jî helbestvanên ereb helbestên xwe li ser destanên lehengî yên keç û xortên ji pêkhateyên herêmê û hevgirtina civakî ya di navbera Kurd, Ereb û Suryan de dixwînin.

Helbestvan Mihemed Miimarî destnîşan kir ku helbest îlhamek e û bandora wê li ser civakê mezin e, her wiha helbestvan ji rewşên siyasî, leşkerî, aborî û civakî bandor dibe û helbestan dinivîse.

Mihemed Miimarî diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera pêkhateyên herêmê de ji Kurd, Ereb û Suryan hevgirtineke xweşik ava kir. Mihemd Miimarî helbestek li ser nivîsand û tê de destnîşan dike ku yekitiya pêkhateyan xelasiya ji teror û dagirkeriyê ye.

Hunermend Merwan Salim ji yek hunermendên ku helbestên gel distêre da zanîn ku ew hewl didin bi rêya helbest û stranan peyamekê bigihînin civakê.

Merwan Salim bi lêv kir ku gelên li herêma Cizîrê ji hawîrdora derve bandor dibin û bandor dikin û wiha bi dawî kir: "Bo nimûne em ji helbesta herêma Firat û Iraqê bandor dibin."

(fr)

ANHA