Washington: Jinûve vekirina herêma Varoshayê pêngaveke şantajê ye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku jinûe vekirina herêma Varosha ji aliyê parçeya Tirkiyê yê li girava Qubrisê ve pêngaveke şantajê ye.

Washington: Jinûve vekirina herêma Varoshayê pêngaveke şantajê ye
16 cotmeh, 2020   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîka, Pempeo bi telefonê bi hempîşeyê xwe yê Komara Qubrisê Nikos Christodoulides re axivî.

Pompeo bi hempîşeyê ya Qubrisê re li ser tedbîrên ku Komara Tirkiyê ya Bakurê Qubrisê pêk aniye ku ji nû ve parçeyek ji herêma Varhosha veke, nîqaş kir.

Pompeo fikarên xwe der barê vê yekê de eşkere kirin û wiha got: "Mîna vê pêngavê şantaj e û ne li gorî biryarên 550 û 789  Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û bi wê re jî vegera li dan û standinên lihevkirinê ne pêkan in."

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bang kir pêngava jinûvekirinê bi paş de bikişîn. Her wiha rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û daxuyaniya serokatiyê ya der barê Varosha di 9’ê Cotmehê de pêşwaz kir.

Pempeo piştrast kir ku dê Amerîka piştevaniya lihevkirina giştî ya jinûve yekirina girava Qubrisê bike, "Mîna Yekitiya Federal a dualî ya her du herêm û etnîkan, dê bi wê re jî tevahî qubrisî û herêmê sûdwar bin.

Varosha taxeke kavilkirî ye dikeve başûrê bajarê Famagusta yê Qubrisê ye. Beriya 1974’an herêmeke turîzmê ya nûjen a bajêr bû. Di êrişa dewleta Tirk li Qubrisê de û dema bajarê Famagusta ketiye bin kontrola Tirkiyê, şêniyên wê revîn. Ji wê demê de ew bajar koçkirî ye.

(fr)