Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê dest pê kir

Bi dirûşma "Bi rêxistin û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo mîsogeriya Sûriyeke demokrat bisepînin" kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 225 delegeyên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê dest pê kir
Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê dest pê kir
Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê dest pê kir
29 îlon, 2020   07:24
 QAMIŞLO

Bi hedefa nîqaşkirina mijarên berfireh ên girêdayî jinan li ser tevahî aliyan, bi taybet siyasî û her wiha ji bo têkiliyên jinan li hundir û derveyî Sûriyê û astengiyên li pêş çalakiyên wan û sekna li hember sûcên dewleta Tirk, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixe.

Kongre li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişlo bi beşdariya 225 delegeyên ji tevahî bajar, navçe û 3 herêman (Efrîn, Firat û Cizîr) û nûnerên partiyê yên ji bajarên Heleb û Minbicê li dar dikeve.

Di kongreyê de mêvanên ji saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan amade bûn.

Hola kongreyê bi wêneyên şehîdan; Şîlan Cûdî, Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, Zehra, Emîne û Hebûn, her wiha pankartên "Jina azad pêşenga civaka demokratîk e”, “Şehîdên me felsefeya jiyana azad in" hatin xemilandin.

Dê Hevseroka PYD’yê Ayşe Hiso di kongreyê de biaxive û axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, YPJ, Rêveberiya Xweser û Federasyona Gaziyên Şer werin kirin.

Tê payîn ku xebatên kongreyê bi dayîna hin biryaran bi dawî bibe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GEZFQSfFfVg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>