Şêniyên Tebqa û Reqayê: Êdî siyaseta Tirkiyê penceşerekî krêt e

Îro bi dehan şêniyên gundewarên Tebqa û Reqayê bi armanca şermezarkirina berdewama sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelên li herêmên dagirkirî xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Şêniyên Tebqa û Reqayê: Êdî siyaseta Tirkiyê penceşerekî krêt e
Şêniyên Tebqa û Reqayê: Êdî siyaseta Tirkiyê penceşerekî krêt e
Şêniyên Tebqa û Reqayê: Êdî siyaseta Tirkiyê penceşerekî krêt e
Şêniyên Tebqa û Reqayê: Êdî siyaseta Tirkiyê penceşerekî krêt e
Şêniyên Tebqa û Reqayê: Êdî siyaseta Tirkiyê penceşerekî krêt e
26 îlon, 2020   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

REQA

Li Reqayê bi dehan şêniyên gundewarên başûr li gel çerxeriya pira kevn a li gundê Kesra Ferec kom bûn û ber bi navnerasta gund ve çûn, her wiha rûspî û şêxên eşîrên herêmê jî tev lê bûn.

Beşdaran di xwepêşandanê de bang parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser kir û hedefgiritina dewleta Tirk a herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

Piştî meş veguhirî mîtîngê, hevserokê Meclisa Xeta Şamiyê Reed Temir axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên dagirkirî şermezar kirin û îşaret bi rihê hevpariyê ya ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya parastina biratiya gelan û piştevaniya Rêveberiya Xweser, kir.

Mîtîng bi diruşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê û berdewama komployên derbekirina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû.

TEBQA

Bi dehan şêniyên bajarokê Curniyê û gundên girêdayî yên bakurê rojavayê Tebqayê bi beşdariya endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û malbatên şehîdan tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên hovane ku bi rêya çeteyan xwe pêk tîne hatin şermezarkirin. Di heman demê de xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Jinên Tebqayê sûcên li dijî jinên Efrînê şermezar û red dikin", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û " Dem hat ku parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin" hatin hildan.

Li pêş meclisa bajarokê Curniyê xwepêşandan vegerî mîtîngê, dûvre hevseroka Meclisa Bajarokê Curniyê Henan Xelef daxuyanî bi navê şêniyên Curniyê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku reftarên hovane û sûcên dermirovî yên li dijî şêniyên li herêmê dagirkirî ji Efrîn, heya bi Girê Spî û Serêkaniyê pêk tên şermezar dikin. Her wiha hê jî sûxên koçberkirin, qetilkirin, revandin û tecawîzkirina li dijî jinan pêk tên.

Xwepêşandêran got berpirsê van hemû sûcan civaka navneteweyî ye, her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ji nû ve siyasetên dewleta Tirk ên li herêmê ku êdî bûye pencşerekî krêt di ber çavan re derbas bikin.

(fr)

ANHA