Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê tev li hemleyê bûn

Nivîsgeha Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê piştgiriya xwe ji hemleya "Em ê teqez bi ser kevin" ragihand, her wiha soz dan gelên herêmê ku dê li ser şopa şehîdan heta serkeftin û gihandina Sûriyeke azad, demokrat a pirregnî û nenavendî bimeşin.

Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê tev li hemleyê bûn
19 îlon, 2020   11:27
HESEKÊ

Tevgera Ciwanan a Şoreşger di 15’ê Tebaxê de hemleya "Em ê teqez bi ser kevin" ji bo sekna li hember rejîmên ku hewl didin vîna gel, tundiya li dijî jin û zarokan bisekinin, ragihand.

Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya li navçeya Şedadê bi rêya daxuyaniyekê tevlêbûn û piştgiriya xwe ji hemleyê re ragihand.

Di daxuyaniyê de ciwanan piştgiriya xwe ji hemleyê re ragihand, sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên li Rojhilata Navîn û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya navçeya Şedadê Fatme Teref diyar kir ku bi berdewama dewleta Tirk a dagirker a sûcên li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdebûna sûcên wê bi rêya çeteyan, guhartina demografî û koçberkirina şêniyan re, piştgiriya xwe ji hemleyê re radigînin.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JA74VeuosCg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>