Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kirin

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên Tirkiyê, meşek li dar xistin.

Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kirin
Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kirin
Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kirin
Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kirin
Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kirin
Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kirin
23 tebax, 2020   18:58
ŞEHBA

Ciwan di kolanên sereke yên navçeya Fafînê re meşiyan û pankertên bi nivîsên "Serhildana jinên ciwan, tolhildan e", "Bijî berxwedana Heftenînê" rakirin.

Piştî ku ciwan gihîştin rêya ketina bajarok, deqeyekê rêz girtin. Piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Ferîde Nesan daxuyaniyek xwend û got:

"Ji dîrokê ve gelên Kurdistanê li hemberî şofînîzma dijmin li ber xwe didin. Dewleta Tirk her tim hewl dide ku vîna gelê Kurd bişkîne, lê belê gelê Kurd li hemberî wan hewldanan berxwedana xwe bilindtir dike.

Îro li Heftenîn û Xakurkê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku hevkarê dewleta Tirk e, destanên qehremaniyê pêk tên. Dê planên dewleta Tirk ku hewl dide bi rêya êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bîne, bi berxwedanan HPG`ê vala derkevin.

Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger em berxwedana Heftenînê silav dikin û em hemû ji bo parastina xaka Kurdistanê projeyên şehadetê ne. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku piştgiriya berxwedana Heftenînê bikin û li dora berxwedanê kom bibin.

Xwepêşandan bi siloganên silavkirina berxwedanan Heftenîn û Xakurkê bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZxQpqf9lGy8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>