Li Girê Spî û Serêkaniyê xwepêşandanên dijî qirkirina jinan

Piştî ku çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li jinekê dan, li bajarê Girê Spî yê dagirkirî çalakiyên protestoyî li dar ketin. Di heman demê de komên çete bi hev ketin.

Li Girê Spî û Serêkaniyê xwepêşandanên dijî qirkirina jinan
23 tebax, 2020   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên ku ji aliyê leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin sûcên li dijî sivîlan, bi taybet ên li dijî jinan berdewam dikin.

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li taxa Şelal a bajarê Girê Spî girtin ser malekê û talan kirin û li jinekê dan. Ji ber dijwariya lêdanê jin ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

Şêniyan nerazîbûn nîşan dan. Di heman demê de li çerxerêya Siyasî ya navenda bajêr di navbera çeteyên "Furqeya 3" û endamên "Polîsên Leşkerî" de şer derket.

Ji ber derketina çeteyan ji bajar û hesabxwestina êrişa li ser jinan, şêniyên bajar amadekariyan dikin ku sibe li qada giştî xwepêşandanan li dar bixin.

Li bajarê Serêkaniyê, 

Li dijî kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker  xwepêşandan hate lidarxistin. Nemaze piştî serçete "Ebû Inad û Ebû Mûaz" êrişî jinan kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Jdk_w9gyZYQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>