Di yekemîn hilbijartina Meclisa Rûspiyên Misirê de 787 bernamzet hene

Li Misirê hilbijartineke nû ya Meclisa Rûspiyên Misirê ji dema derketina destûra Misirê de di rojên 11 û 12’an ên vê mehê de li dar dikeve. Ew bi rêya dengdayîna nepenî ya yekser pêk tê. Dê piştî hilbijartinan encam di 19’ê heman mehê de di rojnameyeke fermî derkeve. Dê dengdayîn li gel tedbîrên tund ên qedexeya pêşîlêgirtina Koronavîrusê pêk bê.

Di yekemîn hilbijartina Meclisa Rûspiyên Misirê de 787 bernamzet hene
8 tebax, 2020   06:25
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Meclisa Rûspiyên Misirê li gorî guhartinên destûra Misirê ya 2019’an hat avakirin. Lê belê erkên wê diyarkirî ne. Ev senato di 2014’an ji destûra Misirê hat bidûrxistin. Berê ev meclis bi navê Meclisa Şêwrê ya Misirê dihat nasîn

HEJMARA ENDAMAN Û RÊJEYA JINAN DI MECLISÊ DE

Parlamentoya Misirê li ser madeya yekemîn ji projeya Meclisa Rûsiyan erê kir. Her wiha qanûna Meclisa Rûspiyan ji 330 endamî pêk tê, her wiha ji zêdetirî nîvî endamên wê bi dengdayîna nepenî ya zindî tên hilbijartin. Piştre serokomar hejmara mayî diyar dike. Ji bo jinan ji sedî 10 ji hejmara daniştan e.

GELO DÎSPLÎNÊN DIYARKIRINA SEROKKOMAR JI SÊYAN YEK JI BO ENDAMÊN MECLISA RÛSPIYAN ÇI NE?

Parlamentoyê li ser madeya 28’an ji qanûna Meclisa Rûspiyan a nû ya taybet bi rêxistina dîspilînkirina diyarkirina serokkomar ji bo ji sêyan yek ji endamên meclisê, erê kir.

Madeya 28’an a dîsplînkirina diyarkirina serokkomar ji sêyan yek ji endamên meclisê, piştî ragihandina encama hilbijartinê û beriya li darketina civînê dewreyê hat diyarkirin. Di serî de divê şertên diyarkirinê li gorî endametiya Meclisa Rûspiyan be, her wiha divê hejmareke ji kesan ji heman partiyên neyên diyarkirin. Divê tu endamên partiya serok beriya çûna ser desthilatê, hilnebijêre. Divê kesê di hilbijartina Meclisa Rûspiyan re a qanûnsaziyê re derbas bûye û tê de biserneketî neyê diyarkirin. Divê herî kêm ji sedî 10 danişt ên jinan hebin.

GELO DÊ ÇAWA JI ALIYÊ HUNDIRÎN VE SEROKÊ MECLISA RÛSPIYAN BÊ HILBIJARTIN?

Piştî ragihandina encamên fermi ên serketina bernamzetan, Meclisa Rûspiyan ji nav endamên xwe di civîna yekemîn a salane serok û 2 wekîlên wê bi dema qanûnsazî hilbijêre. Ew jî li gorî piranî dengdayînan pêk tê. Serkêşiya vê rûniştina meclisê jî hejmara mezin a endamên bitemen ên amade dike.

Kesên xwe pêşniyar dike ji serokê rûniştî re tê pêşkêşkirin, her wiha hilbijartin piştre pêk tê û nepenî ye.  Her wiha serokê rûniştinê hilbijartina serokê meclisê diyar dike û piştî serkeftinê dest bi erka serokatiyê dike.

GELO DÊ ÇAWA HILBIJARTINA DI GEL BERBELAVBÛNA KORONAVÎRUSÊ DE PÊK BÊ?

Şêwirmend Laşîn Îbrahîm ku serokê Desteya Nîştimanî ya hilbijartinên misirî ye ragihand ku gelek tedbîrên hilbijartinê di gel berbelavbûna Koronavîrusê de hene û wiha ne:

1-Dabînkirina rêbazên parastinê ji hilbijêran re.

2-Deznefektekirina cihên hilbijartinê beriya dengdayîn û piştî wê.

3-Divê rûbereke ewle li pêş komîteyên dengayînê ji bo hilbijêran hebe.

4-Ji bo birêxistinkirina rûbera ewle, karmendek ji hêla Desteya Nîştimanî ve tê erkdarkirin.

5-Ferzkirina lixwekirina devpişkên tenduristî ji hemûyan re.

6-Divê bernamzet reklama xwe li ser tevnên civakî bikin û speakeran bi kar bînin.

7-Kêmbûna hejmara hilbijêran, bi wê re dê hejmara komîteyên dengdayîn zêde bibin.

SOZÊN HILBIJARTINAN

Desteya Nîştimanî ya Hilibijartinan rojeva sozên hilbijartinên Meclisa Rûspiyan ragihand. Her wiha dê hilbijartinên misirî li derve di yekşem û duşema bê de rojên 9 û 10’ê Tebaxa 2020’an dest pê bikin. Her wiha hilbijartinên hundirîn jî rojên sêşem û çarşema bê di 11 û 12’ê Tebaxê de ye û dê encam jî 19 heman mehê bê ragihandin.

Hilbijartinên dûbarekirinê ji misiriyên derve re di 6 û 7’ê Îlonê de dest pê dikin, her wiha yên hundir jî di 8 û 9’ê heman mehê dest pê dikin. Her wiha encama dawîn jî di 16’ê mehê de derdikeve.

ŞERTÊN BERNAMZETIYA MECLISA RÛSPIYAN ÇI NE?

Li gorî madeya 9’an ji projeya qanûna Meclisa Rûspiyan şertên bernamzetan wiha ne:

-Divê hemwelatiyê Misirê be û mafên sivîl û siyasî bi best xistibe.

-Divê navê wî di lîsteya daneyên hilbijêran de hebe ku ji kîjan parêzgehên komarê ye, her wiha divê tu rewşên awarte li ser wî tune bin ku navî wî hatibe rakirin.

-Divê temenê wê ne kêmî 35 saliyê be.

-Divê zanîngeh an jî herî kêm mîna wê xwendibe.

-Divê xizmeta leşkerî kiribe yan jî ji aliyê qanûnî ve hatibe efûkirin.

Divê endametiya wî di encama bê bawerî yan jî netevgerîna li gorî erkên endametiyê bi biryara Meclisa Rûspiyan an jî parlamentoyê têk neçûbe, tenê ji bilî 2 rewşên wiha;

a-Bidawîkirina dema qanûnsaziyê ku bi wê re jî biryara hilweşîna endametiya wî hatiye dayîn.

b-Derketina biryarek ji Meclisa Rûspiyan an jî ji parlamentoyê li gor rewşan de ku endametiya wî hatiye hilweşandin. Ew jî bi sedema ku erkên endametiyê pêk neanîne.

DER BARÊ PERGLA LÎSTEYÊN DI HILBIJARTINA MECLISA RÛSPIYAN DE ÇI HEYE?

Parlamentoyê li ser madeya 10’an a bi naveroka; divê ji her lîsteyeke hilbijartinê re nûnerekî qanûnî hebe, her wiha Desteya Nîştimanî ya Hilbijartinan şertên ku divê di nûnerê lîsteyê de hebe û çawaniya sepandina wê, diyar dike.

BERNAMZET

Di lîsteya dawîn a bernamzetên ji bo hilbijartinên Meclisa Rûspiyan de 787 bernamzet hene, çi serbixwe çi part. Ew jî piştî komîteyên lêkolînê radest birin,  rêbazên bernamzet û hikumên li gorî wan û li dijî hatin birîn, hejmara bernamzetan hat diyarkirin.

(fr)