​​​​​​​Darizandina doza qetilkirina Herîrî hate taloqkirin

Dadgeha navneteweyî ya taybet bi Lubnanê çarşemê darizandina doza qetilkirina serokwezîrê berê Refîq Herîrî, taloq kir.

​​​​​​​Darizandina doza qetilkirina Herîrî hate taloqkirin
5 tebax, 2020   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dihat payîn ku doza qetilkirina Herîrî Îna bê bihata darizandin, lê  belê dadgehê darizandina dozê heta 18`ê Tebaxê taloq kir.

Biryara taloqkirinê piştî teqîna li perava paytexta Lubnanê Beyrûtê ku tê de 135 kes mirin û nêzî 4 hezar kes birîndar bûn, hate dayîn.

Doz girêdayî 4 mêran e ku bi teqîna sala 2005`an ku tê de Refîq Herîrî û 21 kesên din hatin hedefgirtin, tên tewanbarkirin.

Neteweyên Yekbûyî û Lubnanê dadgeha taybet a Lubnanê ji bo darizandina doza teqînê û bûyerên din ên qetilkirina siyasetmedaran ku di heman demê de pêk hatibûn, ava kir. Ji dema avakirina vê dadgehê ve di 2007`an de heta niha, ev yekemîn doz e ku dê bê darizandin.

(cx)

ANHA