Dewleta Tirk li Efrînê sûcên li dijî mirovahî dike, cîhan jî bê deng e

Ciwanê ji Efrînê yê bi navê F.X, ji destê çeteyên Tirkiyê reviyayî, ku ji ber îşkenceya çeteyan astengdar bûye bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Dewleta Tirk li Efrînê sûcên li dijî mirovahî dike, cîhan jî bê deng e
4 tebax, 2020   06:15
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – SÎMAV XELÎL

Ciwanê ji Efrînê yê bi navê F. X (25) ku ji girtîgeheke artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê  reviya, der barê sûcên ku çete li dijî sivîlan pêk tînin ji ANHA`yê re axivî.

F. X di sala 2019`an de ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.  Çeteyan ew ber bi girtîgeha gundê Keferşîl ê navenda Efrînê ve bir û bi hinceta têkiliyên wî bi Rêveberiya Xweser re hene, ew meh û nîvekî li wir girtin.

Çeteyên dewleta Tirk Kurdên li Efrînê tewanbar dikin ku têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene û ev yek hincete da ku pere û fidyayan ji wan bistînin û wan koçber bikin.

F. X diyar kir ku dema ew di girtîgeha çeteyên Ehrar El- Şerqiyê de bû, rastî hemû rêbazên îşkenceyê hat. Heman demê de 50 hezar dolar fîdiye ji wî xwestin.

Piştî ku istixbarata Tirk (MÎT) ê girtîgeha Ehrar El-Şerqiye xistin bin serweriya xwe de, F. X birin girtîgeha Hewar Keles. Ev girtîgeh di bin kontrola çeteyên Sultan Mûrad de ye. Koma çeteyên Sultan Murad ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Ehmed ve tê rêvebirin. F. X  22 rojan li wir ma û rastî her cure îşkenceyê hat.

Piştî ku çeteyan ew lêpirsîn kir, bi hinceta têkiliyên wî bi Rêveberiya Xweser re hene birin girtîgeha Bab ê ya çeteyên polîsên leşkerî. Ev girtîgeh di bi kontrola çeteyê bi navê Ebû Yezen de ye.

Paşê F. X ber bi girtîgeha Masera ya bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebû Elî Sico ve birin, sê meh û 10 rojan li wir ma û ew şandin girtîgeha Ezazê û paşê girtîgeha Marata ya kantona Efrînê.

Piştî wê agahiya serbesetberdana wî hat, lê çeteyan ew 4 mehan girtî hişt.

FIDIYE YAN JÎ REVANDINA JINAN

F. X dibêje: “Min nikarîbû fidiye dabûya. Ji ber wê gef li min xwarin ku eger ez pereyan nedim wan dê xuşka min yan jî keça apê min birevînin.”

Malbata F.X neçar ma pereyan kom bike, lê ji beriya ku fidiye were dayîn F.X ji girtîgehê reviya.

REWŞA GIRTIYÊN DI GIRTÎGEHÊN DEWLETA TIRK DE

F. X hovîtiya ku di girtîgehên dewleta Tirk de tên kirin wiha vegot: “Di girtîgeha çeteyên Sultan Mûrad de 80 girtî di cihek firehiya wê nêzî 20 m2 de ne.  Çete hemû rêbazên îşkenceyê li girtiyan dikin. Bi taybet jî li girtiyên Kurd û piraniya wan ji Efrînê ne. Di  girtîgeha El-Masra ya bi serkêşiya Ebû Elî Sico de girtîgeheke bin erdê heye û hemû girtiyên têde Kurd in.”

F. X JI BER ÎŞKENCEYÊ ASTENGDAR BÛYE

Hemû endamên laşê F. X hatine şikandin. Rewşa wî ya derûnî xirab e, ji ber bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye îşkencekirin.

F. X ji beriya heftiyekî ji Efrînê ber bi Şehbayê ve reviya û niha rewşa wî ya tenduristî xirab e.

F. X di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî kir ku destwerdan bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî niştecihên resen ên Efrînê, bisekinînin.

(bx)

ANHA