Rûsya û Îmaratê banga agirbestê li Lîbyayê kir

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov û yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayîd Al-Nehyan banga  agirbestê û xebata çareseriyê li Lîbyayê kir.

Rûsya û Îmaratê banga agirbestê li Lîbyayê kir
18 tîrmeh, 2020   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî wezîrê karên derve yê Rûsyayê, her du wezîran bi rêya telefonê li ser gelek dozên girîng axivîn.

Şêx Abdullah Bin Zayîd piştrast kir ku helwesta Îmaratê ji piştevaniya siyasî ya çareserkirina aloziya Lîbyayê sabît e û spasiya hewldanên Misirê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê pêncşemê gotibû ku ne pêkan e cîhana erebî destwerdanên herêmî qebûl bikin û bêyî hesab derbas bibe.

Al-Nehyan bi twittekê diyar kir ku divê dema destwerdana milîs û çeteyan bi dawî  bibe.

Îmaratê sêşema borî hişyarî da ku lêdana daholê li ser Sirteyê ye, ew jî îşaret bi israra hikumeta Wîfaqê ya bi piştevaniya Enqereyê ya ber bi Sirteyê ve diçe, dike.

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Al-Nehyan got ku dahola şer li ser Sirteyê lê dide û dê bi xwe re siyasetên xeternak bîne.

(fr)