Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin

Şêniyên kantona Qamişloyê sûcên dewleta Tirk û destwerdana di kar û barên gelek dewletan de şermezar kirin û berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn. Gelê Qamişloyê bang li civaka navdewletî kir ku sûcên Tirkiyê bisekinînin.

Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên gel ên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
16 tîrmeh, 2020   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û ji Çerxerêya Qermûtî ya rojavayê bajarê Qamişo ber bi Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ve çûn.

Xwepêşandêran sloganên "Bijî berxwedana gelan”, “Bijî berxwedana 14 Tîrmehê”, “Azadî ji rêber Abdullah Ocalan re" berz kirin û pankartên "Bi rihê berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê xiyanetê û dagirkeriyê hilweşînin, bi yekitiya xwe em ê komployên li dijî gelan têk bibin" û alên kurdî û wêneyên şehîdan rakirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo di çalakiyê de axivî û da zanîn ku berxwedan û têkoşîna şehîd Alî Çîçek, Xeyrî Durmuş, Akîf Yelmaz û Kemal Pîr hîn jî berdewam e. Şemsîxan Gulo got: "Fikrên demokratîk êm rêber Abdullah Ocalan kilîta garantiya ewlehiya Kurdistanê û dewletên Rojhilata Navîn e."

Çalakî bi sloganên"Bijî berxwedan”, “Azadî ji rêber Ocalan re" bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek organîze kir. Şêniyan di meşê de bang li civaka navdewletî kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û mudaxeleyên wê di kar û barên dewletên cîran de rawestînin.

Şênî li ber avahiya Kongreya Star li rojhilatê navçeyê kom bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên `Bi ruhê berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin` hildan. Şênî di sûka navendî re meşiyan û sloganên li dijî dagirkeriyê berz kirin. Piştre li ber navenda Yekitiya Ciwanên Rojava rawestîn.

Piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso û bi navê partiyên Meclisa Sûriya Demokratîk endamê rêvebe ê meclisê Ebas Hisên axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji gelek serdeman ve lihevkirinên navdewletî binpê dike û êrişî dewletên cîran dike di hewldanekê de ji bo ku vîna gelan li gel bêdengiya navdewletî bişkîne.

Axaftvanan bang li civaka navdewletî kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin. Her wiha bang li gel kir ku asta têkoşînê li hemberî dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide azadiya gelan têk bibe, mezin bikin.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê îro piştgiriya xwe bi gelên azadîxwaz û demokratîk re bi rêya lidarxistina meşekê rave kir. Şêniyan êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî başûrê Kurdistanê û Lîbyayê şermezar kirin.

Meş ji ber avahiya meclisa navçeyê dest pê kir. Tê de şêniyan alên Hêzên Sûriya Demokratîk, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Bi yekitiya xwe em ê komployên li dijî gelan têk bibin”, “Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû re ya li dijî bakurê Iraqê, Lîbya û Sûriyeyê” hildan.

Meş li ber Çerxerêya Şehîdan rawestî. Piştre hevserokê meclisa navçeya Til Hemîsê Hiyal El-Xiwêr axivî û got: “Dewleta Tirk hincetan derdixe ji bo ku êrişî gelan û dewletan bike û dev ji sûcên xwe bernade. Gelo dewleta Tirk ji cîhanê çi dixwaze? Ji projeyên xwe yên dagirkirinê çi armanc dike? Gelo dixwaze careke din dewleta Osmanî vejîne? Erê rast e ew dixwaze dewleta Osmanî bi rêya milîsên çekdar û çeteyên ku şandine Lîbyayê û dewletên din, vegerîne.”

El-Xiwêr soza berdewamkirina têkoşînê û parastina mirovahiyê da.

Coza El-Hasûd endama rêveber a Kongreya Star a Til Hemîsê jî axivî û jinên şehîd ên ku ji bo ku jin bi azadî û bi rûmet bijîn canê xwe feda kirine, bi bîr anîn û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

)şx-eh)

ANHA