Balafireke nenas bajarê Babê bombebaran kirin- HATE NÛKIRIN

Balafireke nenas taxên bajarê Babê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de bombebaran kirin.

Balafireke nenas bajarê Babê bombebaran kirin- HATE NÛKIRIN
15 tîrmeh, 2020   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Babê ragihandin ku balafireke nenas taxên Bû Xezal nêzî mizgefta Îman, taxa Al Necar nêzî nexweşxaneya Selam û navend û rojavayê bajarê Babê bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê kuştî û birîndar çêbûn. Her wiha ziyanên mezin gihiştin cihê bombebaranê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iqzCCexLoYw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>