Li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin

Di çalakiyeke hevbeş a QSD û Koalîsyona Navnetewî de li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin.

Li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
13 tîrmeh, 2020   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çaroveya têkoşîna tunekirina şaneyên rêxistina ku ewlehî û aramiya herêmê xirab dike de, yekîneyên me yên taybet û Hêzên Koaslîsyona Navnetewî li herêma Cedîdet Egîdat a Dêrazorê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de endamekî şaneya rêxistina DAIŞ a terorîst hate girtin."

ANHA