Li Hesekê şevbuhrêka piştgiriya xebatên yekitiya kurdî

Yekitiya Rewşenbîrên bajarê Hesekê bi armanca piştgiriya xebatên yekitiya Kurdî şevbuhêreke helbestan li dar xist.

Li Hesekê şevbuhrêka piştgiriya xebatên yekitiya kurdî
5 tîrmeh, 2020   20:41
HESEKÊ

Şevbuhêrk bi beşdarbûna bi dehan helbestvan û rewşenbîrên ji bajarê Hesekê, Qamişlo û Serêkaniyê li navenda Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê li dar ket.

Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre helbestvan Luqman Abdulrehîman, Stêr Ebdî, Hesen Hemê, Ana Dawud û Îsa Xelo ve helbest xwendin.

Mijarên helbestan girêdayî banga pêkanîna yekitiya Kurdî, pesndayîna serkeftinên ku gelê Kurd bi dest xistine bû.

Şevbuhêrk bi lêdana çepikan û banga avakirina yekitiya Kurd bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G8k57AlE2k8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>