Dîmenê rûxandina tankeke artêşa Tirk ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand ku di encamê de tankeke artêşa Tirk hate îmhakirin.

Dîmenê rûxandina tankeke artêşa Tirk ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve
2 tîrmeh, 2020   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 2'yê Hezîranê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Saet di 11:45'an de hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li tankeke li hundirê qereqola Zevkê xist. Di çalakiyê de tank îmha bû, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehate tespîtkirin."