Artêşa Lîbyayê: Tirkiyê na, Misir şirîkekî rasteqîn ji bo pêkanîna ewlehiyê li Lîbyayê ye

Mûdirê Rêveberiya Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb têkildarî daxuyaniyên serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî yên derbarê Lîbyayê de got:  " Tirkiyê na, Misir şirîkekî rasteqîn ji bo pêkanîna ewlehiyê li Lîbyayê ye."

Artêşa Lîbyayê: Tirkiyê na, Misir şirîkekî rasteqîn ji bo pêkanîna ewlehiyê li Lîbyayê ye
20 hezîran, 2020   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûdirê Rêveberiya Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb got: "Tirkiyê na, Misir şirîkê rasteqîn ê ji bo pêkanîna ewlehiyê li Lîbyayê ye."

Mehcûb anî ziman ku , Tirkiyê bi rêya destwerdanên xwe li Lîbyayê hewl dide armancên xwe yên aborî bi cih bîne û got, Misir ji asta xeteriyên mudaxeleyên derve yên di Lîbyayê de û gefên terorê hişyar e.

Rayedarên leşkerî yên payebilind diyar kiribûn ku hejmara çeteyan li Lîbyayê bi awayekî mezin zêde dibe da ku destekê bibin rêxistina Îxwan. Bi vê îşaret bi çeteyên ku Enqerea wan dişînin Lîbyayê da ku destekê bidin milîsên li Terablusê.

Serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî îro got, her destwerdaneke Misirê li Lîbyayê êdî rewa ye û got: "Amadekariyên hêzên Misirê ji bo şer bûye pêwîstiyek."

El-Sîsî got: "Her destweraneke raste rast li Lîbyayê ji bo ewlehiya sînor û agirbestê ye. Misir rojekî jî banga êrişê nekiriyê, lê ji bo ewlehiya sînorê û qada xwe ya asîmanî dixebite."