El-Sîsî: Destwerdana me li Lîbyayê êdî bûye rewa

Serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî got, her destwerdaneke Misirê li Lîbyayê êdî rewa ye û got: "Amadekariyên hêzên Misirê ji bo şer bûye pêwîstiyek."

El-Sîsî: Destwerdana me li Lîbyayê êdî bûye rewa
20 hezîran, 2020   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Sîsî bi beşdarbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, serokerkanê hêzên çekdar û fermandarên şaxên sereke yên hêzên çekdar, endamên li herêma rojava ya leşkerî şopand.

El-Sîsî got: "Her destweraneke raste rast li Lîbyayê ji bo ewlehiya sînor û agirbestê ye. Misir rojekî jî banga êrişê nekiriyê, lê ji bo ewlehiya sînorê û qada xwe ya asîmanî dixebite."

El-Sîsî destnîşan kir k  Misir hewl dide sînorekî ji mudaxeleyên biyanî yên li Lîbyayê re deyne û diyar kir ku ev mudaxele navenda terorê li wir têr dike.

El-Sîsî her wiha got, amadebûna hêzên Misirê ji bo şer bûye pêwîstiyek û anî ziman ku "Sêrt û Cefra xeta sor in, ji bilî xelkê Lîbyayê tu kes parastina wê nake û dê Misirê alîkariya wê bike."

Serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî banga diyalogên siyasî ji bidawîkirina aloziya Lîbyayê kir.