Tirkiye leşkerkirina zarokan li Lîbyayê didomîne

Navenda Mafên Mirovan a Lîbyayê got leşkerkirina zarokan ji hêla komên Wîfaq û Tirkiyê ve li Lîbyayê bi awayekî mezin belav bûye. Bi taybet li Misrata, zarok li beramberî fonên heftane ku digihêjin hezar dînar lîbî (200 dolar ) têne xapandin.

Tirkiye leşkerkirina zarokan li Lîbyayê didomîne
19 hezîran, 2020   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî navendê zarokên di malên sêwiyan de têne leşkerkirin û bê perwerde derbasî eniyan dibin.

Li gorî navendê diyardeya leşkerkirina zarokan di şeran de li Lîbyayê domdar e. navenda mafên mirovan a Lîbyayê hikumeta Wîfaq û milîsên ku pê re şer dikin tevî hêzên Tirkiyê bi leşkerkirina zarokên malên sêwiyan û xapandina wan bi pereyan tewan bar dike.

(şx)