Li Dêrikê Desteya Rûspiyan du malbat lihev anîn

Desteya Rûspiyan û Êlan a herêma Dêrikê, li gundê Zihêriye yê girêdayî Meclisa Bajarokê Eyn Dîwarê du malbatên ku ev 3 mehin pirsgirêkan dijîn, lihev anîn.

Li Dêrikê Desteya Rûspiyan du malbat lihev anîn
19 hezîran, 2020   18:06
QAMIŞLO

Desteya Rûspiyan û Êlan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi însiyatîfekê nakokiya di malbata Îrdewan Mihemed Mihmid û malbata Tahir Îbrahîm Cihûr de piştî nakokiya sê mehan lihev anîn.

Nakokî  di navbera ciwanên her du malbatan de derketibû. Çar kes ji malbata Îrdewan Mihemed û sê kes ji malbata Tahir Cihûr dema pez diçêrandin birîndar bûn.

Desteyê merasîma lihevanînê li gundê Zihêriyê yê girêdayî Meclisa Bajarokê Eyn Dîwarê lidar xist. Kesayetên siyasî, civakî, leşkerî, rûspiyên Kurd û Ereb ên herêmê, Dika Yekitiya Kurd, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê û rûspiyên her du malbatan di merasîmê de beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin bi navên Meclisa Êlan û Rûspiyan, Oldaran û rûspiyên her du malbatên nakok axaftin hatin kirin.

Axaftvanan pêwîstiya xurtkirina têkiliyên biratiyê, hezkirinê û çareserkirina nakokiyên hundirîn destnîşan kirin û diyar kirin ku dijminê gelê Kurd armanc dike tevliheviyê di navbera çînên civakê de belav bike da ku bi hêsanî tune bike.

Endamê Meclisa Êlan û Rûspiyan Osman Îbrahîm ji ANHA`yê re axivî û got: “Em ji bo beşdarbûnê spasiya Desteya Êlan û Rûspiyan, partiyên Kurd, şêniyên herêmê, saziyên civaka sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan dikim.”

Piştî bidawîbûna axaftinan endamên her du malbatan li hember tevahiya beşdaran lihev hatin.

(şx)

ANHA