Siyasetmedarekî Iraqî: Dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike

Siyasetmedarê iraqî Dr. Abdulkerîm Wezen piştrast kir êrişên dewlet Tirk lawazbûna helwesta Iraqê ku parastina serweriya xwe bike, dide xuyakirin û destnîşan kir ku hemû qanûnên navdewletî pinbêkirinên dewleta Tirk red dikin.

Siyasetmedarekî Iraqî: Dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike
19 hezîran, 2020   09:31
QAHÎRA- EMANÎ EZAM

Dewleta Tirk beriya çend rojan êrişî çiyayên Şengal û Mexmûr û gundên li ser sînorê Hewlêrê kir û li hemberî wê hin bertekên iraqî û erebî derketin û êriş şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi tundî sûcên dewleta Tirk ji serweriya Iraqê re şermezar kirin.

Duh, Wezareta Karên Derve ya Iraqê balyozê Tirkiyê yê li Iraqê vexwend û muzakereya protestoya tund radestî wî kirk u van kiryarên şantajî berdin û ji hikumeta Tirkiyê daxwaz kirk u guh bide dengê dadgehê û sînorekê ji van êrişan re deyne.

Di vê derbarê de siyasetmedarê iraqî Abdulkerîm Wezen ji ANHAyê re wiha daxuyand: "Binpêkirinên dewleta Tirk di demeke ku tê de aloziyên siyasî, aborî, darayî û civakî li Iraqê rû didin, Pêk tên, her wiha gengaz e ku Iraq bibe qadeke şer di navbera DYA û îranê de, bi wê re jî nearamî çêbibe û DAIŞ derfet bigire."   

LAWAZBÛNA HELWESTA IRAQÊ DERFET DA DEWLETA TIRK

Wezen destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk lawazbûna diplomatîk û  helwesta Iraqê dide xuyakirin û ev tişt bû derfet ji dewleta Tirk re ku êrişî Iraqê bike û serweriya wê binpê bike ku di encamê de jî wê alozî û pisgirêkên ewlehiyê di Iraqê de zêde bibin, mîna derfetgirtina DAIŞ û derbeya di navbera xebatkarên siyasî de.

Wezen diyar kir ku hemû qanûnên navdewletî binpêkirinên dewleta Tirk ji serweriya Iraqê re, red dikin ku Camiyeya Dewletên Ereb  jî êriş şermezar kirin, her wiha Iraq giliyên xwe radestî Meclisa Ewlehiyê û Camiyeya Ereb kirin.

Wezen  piştrst kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ji serweriya Iraqê re wê bên rawestandin dema bi hebûna hikumeteke hêzdar û parlemantoyeke hêzdar ku bikaribe daxwazên gelê Iraqê pêk bîne.