Riyad Derar: Em ji bo yekitiya hemû hêzên siyasî yên demokratîk dixebitin

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar got hevbendiya siyasî bi Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê re, armanca wê yekitiya hêzên demokratîk û tevlêbûna kongreyê nîştimanî ya demokratîk e.

Riyad Derar: Em ji bo yekitiya hemû hêzên siyasî yên demokratîk dixebitin
18 hezîran, 2020   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MUSTEFA

Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê duh li Viyanayê ya paytexta Awisturyayê kongreyek li dar xist. Endamên komeleyê û hevserokê MSD`ê Riyad Derar tev li kongreyê bûn. Komeleyê di kongreyê de ragihand ku ew tev li MSD`ê bûye.

Girêdayî mijarê hevserokê MSD`ê Riyad Derar got Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê berdewama koma xebatên Qortoba ya 2013`an e û di sala 2015`an bi navê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê xwe organîze kir.

Derar destnîşan kir ku tiştên hevbeş di navbera Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê û MSD`ê de ji aliyê lênerîna ji pêkhateyan re, her wiha girîngiya ku dide rol û mafên wan, hene.

Derar diyar kir ku tevlêbûn piştî hevdîtin û serdanên endamên komeleyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û nêrîna wan li ser tecrubeya wê, pêk hat û wiha got: "Hemû endamên komeleyê bûn parçeyekî aktîf ên çalakiyên MSD`ê."

Riyad Derar anî ziman ku ew ji bo berdewamkirina projeyên xwe ji bo banga hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk da ku tev lê bibin û destekê bidin projeya wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, ji ber ku xebat û çalakiyên Komeleya Nîştimanî li Şam û gundewarên Şamê ne.

Der barê armancên hevbeş ên di navbera her du aliyan de Riyad Derar wiha axivî: "Tişta girêdayî kombûna hêzên demokratîk, armancên wan hevbeş in. Dê tev li komîteya amadekar a kongreya hêzên demokratîk bibin û bang li wan bikin da ku peyman Sûriyê ava bike ji bo nûnertiya gelê Sûriyê bike, bêyî ku girêdanên wê bi ejindeyên derve re tune be."

Riyad Derar wiha pê de çû: "Gelek alî û hêz mîna aliyê Qahîre, Moskov û opozîsyonê wek aliyekî girêdayî Tirkiyê hene. Piraniya wan girêdanên wan bi ejindeyên derve re hene. Lê  MSD`ê  ji bo avakirina aliyekî Sûriyê bêyî ku girêdayî bi aliyê derve be, dixebite." 

Riyad Derar destnîşan kir ku xebatên wan dê ji bo yekitiya Sûriyê bi hêzên siyasî re di çalakiyên hevbeş de bin da ku li hember encaman û sekinandina li hemberî radîkaliyê û terorê, serbestberdana hemû girtiyan gel hemû aliyan û wiha domand: " Ji bo li hember desthilatdarî û rejîma wê li Sûriyê bisekinin, banga rejîma nenavendî û demokratîk bike ku bi rêya wê hemû xwestekên gelê Sûriyê pêk were.”

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di dawiyê de got ew çalakî û xebatên hevbeş li Ewropayê di demên pêş de dê li dar bixin.

(bx)

ANHA