Hêzên Çîn û Hindistanê pev çûn: Efserekî Hindistanê hate kuştin

Dezgehên çapemeniyê yên Hindistanê daxuyand ku di encama şerê bi hêzên Çînê re li çemê Jalwan ê di navbera her du welatan de, efserekî hindî jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên Çîn û Hindistanê pev çûn: Efserekî Hindistanê hate kuştin
16 hezîran, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, fermandarên lêşkerî yên li herêmê hewl didin vî şerî rawestînin.

Der barê şer de wezîrê parastinê yê Hindistanê bi serokerkanê leşkerî û wezîrê karên derve re civînek ji bo nîqaşkirina şerê di navbera artêşên Çîn û Hindistanê yê li ser sînor de li dar xist, di heman demê de jî Hindistanê hemû tawanbariyên Çînê ku Hindistanê êrişî baregehên Çînê kiriye, red kirin.

Di dema hevdîtinên leşkerî û dîplomatîk ên her du aliyan de ji bo kêmkirina şerê ku hefteya borî çêbûye, ev bûyer pêk hat.