Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi zifitkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a kantona Qamişlo di çarçoveya projeya çareya sêyemîn û çaremîn a sala 2020‘an de dest bi qîrkirina rêyan kir.

Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi zifitkirina rêyan kir
9 hezîran, 2020   14:04
QAMIŞLO

Xebatên qîrkirina rêyên şaxî û sereke yên bajarê Qamişlo ji çarxerêya Sonî dest pê kir.

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Hawirdorê ya Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif ji ANHA‘yê re axivî û anî ziman  ku projeya qîrkirina rêyan li ser asta kantonê her sal di meha Hezîranê de dest pê dike.

Yûsif destnîşan kir ku "Şaredariyê di daxuyaniyek berî de rêyên ku dê werin serersatakirin eşkere kiribû. Li gorî daxuyaniyê ev rê: taxa Mesarif,  kolana Xelîc, Benka Ewda, her rêyên din ên sereke yên ku zêde ziyan dîtine jî dê werin qîrkirin."

Yûsif diyar kir ku Şaredariya Gel bi Şirketa Zagors a sererastkirina rêyan lihev kiriye û got xebatên qîrkirin û sererastkirina rêyan dê heta Cotmehê dewam bike.

Mesûd Yûsif destnîşan kir ku Buroya Rêveber a Şaredariya Gel a Qamişlo li ser sererastkirina 14 rêyan erê kir û ji aliyê Meclisa Navçeya Qamişlo ve hatiye erêkirin.

Yûsfi her wiha anî ziman ku hin kolanên taxên Qamişlo bi kevirin hûr werin sererastkirin, pir û projeyên avê û xetên kanalîzasyonê jî dê werin sererastkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/biYbaEv9_9s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>