Hesen: Hinek alî hewl didin xuyanga Meclisa Malbatên Şehîdan reş bikin

Masûm Hesen endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo got: “Hinek alî dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuyanga malbatên şehîdan berovajî bikin. Divê malbatên şehîdan hişyar bin.”

Hesen: Hinek alî hewl didin xuyanga Meclisa Malbatên Şehîdan reş bikin
7 hezîran, 2020   05:13
 QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo li gorî biryara Meclisa Malbatên Şehîdan di 4`ê Hezîran de daxuyaniyek girêdayî rakirina wêneyên şehîdan ji navînên rêyên giştî da. Hinek aliyan hewl dan fîtneyê belav bikin û xuyanga Meclisa Malbatên Şehîdan berovajî bikin. Têkildarî wê  Meclisa Malbatên Şehîdan bi koordîneya Şaredariya Gel daxuyaniyek nivîskî weşandin û tê de sedemên rakirina wêneyan eşkere kirin.”

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen ji ANHA`yê re axivî. Hesen got: “Pêwîste mijara komkirina wêneyên şehîdan bê şîrovekirin û got: "Meclisa Malbatên Şehîdan di konferansa xwe de ya ku beriya sê salan hatibû lidarxisitn, biryar da ku wêneyên şehîdan werin komkirin. Ji ber ku ew êdî cihên ku wêneyên şehîdan lê hatine daliqandin pir bûne û rewşên hawayê bandor li wêneyan dikin."

Hesen bang li şêniyan kir ku bi fîtneyan  û şerê taybet ên ku hinek alî bi rêya wê hewl didin xuyanega meclisê berovajî bikin, neyên xapandin.

Hesen bal kişand ser ku malbatên şehîdan bi şehîdên xwe re bi dil û canê xwe dilsoz in ne bi daliqandina wêneyan.

Hesen diyar kir ku biyara rakirina wêneyan girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan e û ne girêdayî biryarek siyasî ye û got: "Mixabin hinek malbat wêneyên şehîdan li kolanan dadilqînin. Lê rewşên hawayê bandor li wan dikin û wêne telef dibin. Ev jî ne layîqî şehîdan û ne jî Meclisa Malbatên Şehîdan e."

Girêdayî cihê daliqandina wêneyan, Hesen bang li malbatên şehîdan kir ku bi Meclisa Malbatên Şehîdan re koordîne bikin da ku cihên guncew ji bo daliqandina wêneyan diyar bikin.

Di dawiyê de Hesen îşaretpê kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan civînek ji malbatên şehîdan re li dar xistiye da ku sedema rakirina wêneyan û daliqandina wê di cihek layîqî şehîdan de şîrove bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G0pXsQgBXEw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>