Artêşa Lîbyayê ev 8 roj in êrişên milîsan dişikîne

Odeya operasyonan a ragihandina şer a Lîbyayê îro ragihand ku hêzên Lîbyayê ev 8 roj in li eniyên paytexta Terablusê êrişên milîsan û çeteyên sûrî yên alîgirên Tirkiyê dişikîne.

Artêşa Lîbyayê ev 8 roj in êrişên milîsan dişikîne
3 hezîran, 2020   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya operasyonan diyar kir ku artêşa Lîbyayê êrişên milîsan li Eyn Zara `El-Matar` û `Wadî El-Rabî` şikandin.

Odeya operasyonan zêdetirî 7 erebeyên çekdar ên dijmin li eniya balafirgeha Terablusê rûxandin. Her wiha li eniya Wadî El-Rebî û Eyn Zara gelek çeteyên sûrî hatin kuştin.

11 termên çeteyên sûrî li dora balafirgehê û 2 term li eniya Wadî El-Rebî ketin destê artêşa Lîbyayê

(şx)