Şewata li gundewarên bakurê Reqayê hate vemirandin

Tîma Destwerdana Destpêkê bi hevkariya Foca Agirkujiyê îro şewata li zeviyeke çandiniyê ya li gundê Merc Zihor ê li bakurê Reqayê vemirand.

Şewata li gundewarên bakurê Reqayê hate vemirandin
2 hezîran, 2020   11:00
REQA

Dema traktoran firêze (sap) li nav zeviyekê kom dikir, çirûsk jê derket û şewat çêbû. Tîma Destwerdana Destpêkê û erebeyên agirkujiyê gihaştin cihê şewatê û şewata ku tenê zirar gihandiye 2 hektaran, vemirand.

Şêniyan diyar kir ku şewat li zeviya ku hatiye çinîn rû da û tu zirar bi hilbirîna ku nehatiye çinîn, nekir.

/kr/uploads/files/2020/06/02/110137_100907_fryq-alastjabh-alawlyh-ykhmd-awl-hryq-fy-ryf-alrqh-alshmaly-28129.webp

Komîteya Aboriyê ya Reqayê demek berê gelek tedbîrên pêşîlêgirtina şewatan girtin, her wiha bi hevkariya Foca Agirkujiyê erebeyên agirkujiyê li gundewaran belav kirin ku 24 saetan ji bo vemirandina şewatê amade ne.

 (fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P7-6RAqXtiQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>