MXDŞ’ê ji bo êzidiyên li Efrînê bang kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bal kişand ku êzidiyên heya niha li nava bajarê Efrînê mane, bi zilma çeteyan re rû bi rû dimînin û bang tevahiya civaka Êzidî ya cîhanê kir ku bikevin nava tevgerê û zextê li Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên mafên mirovan bikin.

MXDŞ’ê ji bo êzidiyên li Efrînê bang kir
29 gulan, 2020   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî rewşa êzidiyên ku heya niha li nava bajarê Efrînê mane û bi zilma çeteyan re rû bi rû mane, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin zilm û zordariya li ser civaka Êzidî û bi taybetî jî li ser êzidiyên ku heya niha di nava bajarê Efrînê yê dagirkirî de mane, zêde dibe û wiha hat gotin: “Dewleta dagirker a Tirk  hêrsa xwe ya hezaren salan a li hemberî civaka me ya Êzidî, îro bi rêya çeteyên xwe li himberî gelê me yê Efrînê pêk tîne. Di destpêka  êrîşên dagirkrina Efrînê de bi sedan kes bi awayekî hovana, bi desteka dewleta Tirk hatin qetilkirin û bi sedhezaran kes koçber bûn.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li hemberî vê zilma delweta Tirk a li ser pêkhateyên Efrînê hemû cîhan bêdeng maye û wiha domandin: “Ji ber bêdengiya cîhanê, tiştên ku nekarîbûn bi rêya DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk bînin, îro li ser gelê me yê Efrînê pêk tînin. Mixabin ev du sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn, lê  bi hezaran êzidiyên ku tevî hemû êrîş, zor û zehmetiyan jî terka axa xwe nekirine, bi destdirêjî, revandin û qetilkirinê re rû bir û dimînin.  Bi dehan mizargehên me yên pîroz ji aliyê çeteyên ku dewleta Tirk a dagirker raste rast destekê dide wan ve tên hilweşandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Êzidî yê li seranserê cîhanê hate kirin ku ji bo balê bikişînin ser rewşa êzidiyên Efrînê bikevin nava tevgerê û li her derê li gorî rewşa heyî çalakiyan bikin da ku di serî de Neteweyên Yekbuyî (NY) û saziyn mafên mirovan bêdengiyê bişikînin, çareseryekê bibînin.