​​​​​​​Hêvîn Ismaîl: Tirkiye bi zanabûn zeviyan dişewitîne

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl kiryarên Tirkiyê yên şewitandina zeviyên şêniyên herêmê şermezar kir û got: “Em bang li civaka navdewletî dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku êrişên xwe yên li dijî qûta şêniyan û aboriya herêmê rawestîne.”

​​​​​​​Hêvîn Ismaîl: Tirkiye bi zanabûn zeviyan dişewitîne
22 gulan, 2020   00:46
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn agir bi zeviyên herêmên nêzî eniyên şer ên li gundên Hoşan, Xaldiye û Seyda li nêzî bajarokê Eyn Îsayê li başûrê bajarê Girê Spî yê dagirkirî, dixin.

Girêdayî wê Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo şewitandina zeviyan şermezar kir.

Hêvîn got: “Artêşa Tirk û çeteyên wê xebatkarên agirvemirandinê dikin hedef. Lewma jî xebatkar nikarin xwe bigihînin cihê şewatê û vemirînin.”

Hêvîn bang li civaka navdewletî û dabînker Rûsyayê kir ku fişarê li Tirkiyê û çeteyên wê bikin da ku binpêkirinên xwe yên li dijî milkên şêniyan rawestînin.

Artêşa Tirk a dagirker pêr bi sibê agir bi zeviyên gundên Bîr Zirar, Leq Leqo û Kor Hesen xisitin. Duh bi şev agir bi zeviyên gundên Hoşan û Xaldiye xistin. Ev gund hemû girêdayî gundewarê Girê Spî ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0WexVxwgCtk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>