Ji ber dagirkeriyê li Til Temirê çandinî paşde ketiye

Mewsima çandiniyê ya îsal li navçeya Til Temir û gundewarên wê ji ber rûbereke fireh ji zeviyên çandiniyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, zirareke mezin dît.

Ji ber dagirkeriyê li Til Temirê çandinî paşde ketiye
Ji ber dagirkeriyê li Til Temirê çandinî paşde ketiye
Ji ber dagirkeriyê li Til Temirê çandinî paşde ketiye
Ji ber dagirkeriyê li Til Temirê çandinî paşde ketiye
17 gulan, 2020   08:47
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê bi çandina ceh û genim navdar e. Lê çandiniya îsal ji salên derbasbûyî cuda ye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rûbereke fireh ji zeviyên gundewarên rojavayê navçeyê dagir kirine, her wiha şêniyan zeviyên xwe yên li aliyê bakurê bajêr ên li ser rêya Til Temir, Ziran û Ebû Rasên ji ber topbarana artêşa Tirk neçandin.

Di hefteya derbasbûyî de li gundewarên rojavayê rêya navneteweyî M4, zîpik bariya û berhemên çandiniyê zirareke mezin dît.

Der barê rewşa çandiniya îsal li navçeya Til Temir û gundewarên wê de cotkarê bi navê Remo El-Heyder ê ji şêniyên gundê Qibûr El-Qercene yê navçeya Zirganê, got: "Nêzî 63 gundan li ser rêya Til Temir-Zirganê ne û ji wan 27 gund ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Her wiha nêzî 21 gund di nava xetên şer de ne û ji ber metirsiyên şêniyan ji topbaran an jî şewitandinê, zeviyên xwe neçandin."

Remo El-Heyder wiha domand: "Ji ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêm dagir kiriye, rûberên fireh nehatin çandin. Her wiha di hefteya derbasbûyî de zeviyên gundewarên navçeya Til Temirê rastî pêleke sermayê hatin û ji ber wê jî beşek ji zeviyan zirar dît. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundewarên li ser rêya Til Temir-Zirganê dixin."

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Til Temirê Saîd Nayif bal kişand ser rewşa çandiniya li navçeyê û şêwazên destekdayîna ji cotkarên ku zirar dîtine. Nayif piştrast kir ku aliyên pêwendîdar alîkarî dan şopandina birêxistinkirina dewreya çandiniyê, madeyên pêwîst ji cotkar û zeviyan re mîna semad, top û sotemeniyê peyda kirin.

Nayif diyar kir ku Komîteya Çandiniyê ya Kantona Hesekê agahî da ku divê komîteya diyarkirina miqdarê zirarên ku gihaştine zeviyan were avakirin û wiha domand: "Komîteya Çandiniyê ya Til Temirê komîteyek ava kir û ber bi zeviyên çandiniyê ve şand da ku miqdarê zirarên gihaştine wan, diyar bike."

Li gorî Nayif raporên komîteyê yên destpêkê ku zêdetirî 25 hezar donim ji zeviyiên ceh û 4 hezar donim ji zeviyên genim zirar dîtine û hê jî şopandin didome.

(bx)

ANHA