Şewata li Til Temirê berfireh dibe

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şewitandina zeviyên çandiniyê yên gundewarê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê didomîne.

Şewata li Til Temirê berfireh dibe
15 gulan, 2020   15:23
HESEKÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de zeviyên çandiniyê yên nêzî gundê Ezîziyê yê li ser rêya Serêkaniyê yê rojavayê navçeya Til Temirê, her wiha gundên Rîhaniyê û Feyseliyê yên 6 km dikevin rojavayê navçeyê şewitandin.

Li gorî agahiyan şewat ber gundê Um El-Kêfê ve berfireh dibe.

Leşker û çeteyên dewleta Tirk kesên ku hewl didin şewatê vemirînin dikin hedef.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iHshhf0ylFA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>