Li gundewarê rojavayê Dêrazorê 100 donim zevî bû xwelî

Li rojavayê Dêrazorê li du cihên cûda agir bi derdora 100 donim zeviyê ceh ket.

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê 100 donim zevî bû xwelî
10 gulan, 2020   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrazorê ji ber birûskê agir bi zeviyekî ceh ket. Hate diyarkirin ku derdora 50 donim zeviyê ceh şewitî.  Di heman demê de li herêmên Cebla û Qemeredîn jî şewat rû da. Li gorî agahiyan 50 donim zeviyên ceh şewitî.

Şênî tavilî berî dan cihê şewatê da ku vemirînin.

ANHA