Guterres li hemberî koronayê banga rawestandina şer kir

Ji ber xeteriya şewba koronayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres banga rawestandina şer li hemû deverên pevçûnê yên kir.

Guterres li hemberî koronayê banga rawestandina şer kir
23 adar, 2020   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Guterres di daxuyaniyekê de wiha got: "Dinyaya me bi dijminê hevbeş koronavîrûsê (Covid- 19) re rû bi rû maye ku bandorê li her kes dike bêyî cûdabûna nijad, zayend an ol û her kesê bê rehm."

Guterres wiha domand: " Di heman demê de, şerên çekdarî li seranserê cîhanê diqewimin. Ji ber vê yekê ez îro banga agirbestek tavilê li seranserê cîhanê dikim."