Li Reqa û Minbicê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kir

Beriya çenda kêliyan çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê li bajarên Reqa, Tebqa û Minbicê dest pê kir.

Li Reqa û Minbicê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kir
Li Reqa û Minbicê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kir
Li Reqa û Minbicê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kir
Li Reqa û Minbicê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kir
8 adar, 2020   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bJcskRO0e9k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi hezaran jinên bajarên Reqa û Tebqayê berê xwe da Firqeya 17’an a bakurê Reqayê da ku Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin.

Dê di şahiyê de dê axaftin bi navên jinên Reqa û Tebqayê, Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û YPJ’ê bên kirin.

Tê payîn ku şahî bi tîma hunerî, şano, tîma Totol a Folklora Reqayê, tîma Diret El-Firat û tîma Zihor a Tebqayê ya Hunerên Gelêrî dest pê bike.

Hê jî jin berê xwe didin qada şahiyê da ku beşdar bibin.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zzk5oVuofoY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan jinên Minbicê li Çerxerêya Amêl El-Nezafê ya li ser rêya Helebê ya rojavayê bajêr tevî hildana alên Meclisa Jinan û dirûşmên “Bijî berxwedana jinên azad” kom bûn.

Meşa jinan ber bi Meclisa Edaleta Civakî ya rojavayê bajêr ve dest pê kir.

Tê payîn gelek axaftin di şahiyê de bên kirin, her wiha gelek stran û dîlan ji aliyê tîmên hunerê ve bên pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA