Gundê Mebuce yê Girê Spî jî tê topbarankirin

Artêşa dagirker û çeteyên girêdayî wan nuqteyên hêzên rejima Sûriyê yên li gundê Mebuce yê Girê Spî, topbaran dikin.

Gundê Mebuce yê Girê Spî jî tê topbarankirin
22 sibat, 2020   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mebuce yê girêdayî Girê Spî jî topbaran dike. Hat zanîn ku nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê têne hedefkirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrînê , Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran dikin.

Gundê Mebuce yê  7‘emîn li Girê Spî ye ku ji aliyê dagirkeran ve tê topbarankirin.

ANHA