Li Efrîn welatiyek şehîd bû

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Eqîbe yê navçeya Şêrawa ya Efrînê welatiyek şehîd bû.

Li Efrîn welatiyek şehîd bû
3 sibat, 2020   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibê ve gundên navçeya Şêrawa, Şera û kantona Şehbayê topbaran dike.

Gund û bajarokê Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê, Til Ecar, Kefer Entiwan, Tinib, El-Irşadiye, Dêr Cemal, Eqîbe, Bênê, Soxanekê, Til Rifet, Şêx Îsa, Eyn Deqne, Beloniyê, Şêx Hîlal û Kefer Salih têne topbarankirin.

Di encama topbaranê de welatiyê bi nave Elî Mele yê ji gundê Eqîbe yê navçeya Şêrawa şehîd bû. Ev cara duyemîne ku mala malbata Mele tê topbarankirin û beriya niha jî keça wî Zeyneb Mele brîndar bibû.

Heta niha hejmara birîndaran bi awayekî zelal nehatiye diyarkirin.

(bx)

ANHA