Şêniya ku mala wê hatiye topbaran kirin: Êz ê dîsa ava bikim

Encama êrişên hovanê li ser sivîl û malên wan ziyanên mezin pêk hatine. Yek ji şêniyên Um El Kêf yê girêdayî navçeya Til Temir Fatma Ehmed ku mala wê ziyanên mezin girtinê diyar kir ku bi  êrişan berxwedana wan nasikinê û diyar kir ku çiqas dagirker xerab bikin ew ê dîsa ava bikin.

Şêniya ku mala wê hatiye topbaran kirin: Êz ê dîsa ava bikim
Şêniya ku mala wê hatiye topbaran kirin: Êz ê dîsa ava bikim
Şêniya ku mala wê hatiye topbaran kirin: Êz ê dîsa ava bikim
Şêniya ku mala wê hatiye topbaran kirin: Êz ê dîsa ava bikim
Şêniya ku mala wê hatiye topbaran kirin: Êz ê dîsa ava bikim
26 ÇILE, 2020   07:01
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên şer yên li dij mirovahiyê berdewam dikin. Di êrişên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivîl û warên sivîlan dibin hedef. Encama êrişan de gelek ziyan digihêjin mal û milkên şêniyan, şênî neçarî koçberiyê dibin.  

Yek ji wan sivîlan Fatma Ehmed ku ji ber êrişên hovanê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser mala wê li gundê Um El Kêf  yê girêdayî navçeya Til Temir neçarî koçberiyê gundê Til Fêda yê girêdayî navçeya Til Temir bûye û di bin kon de bi 9 zarokên xwe re dijî. Fatma ji bo rewşa dawî ya li mala xwe bînêrê serî li gund kir. Dîwar, came mala Fatma ji ber topbaranê hatiye rûxandin.  

Fatma balkişand ser êrişên hovanê li ser sivîlan û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mala min topbaran kiriye.  Di kon de em dijîn û di bin baranê de. Dewletên ku dibejin ev der herêma ewle ye derewan dikin, rojane êrişî gundê me dikin. Heger êrişî me nekiriba emê  çima koçber bûba? Encama topên wan ewqas ajalên me hatin kuştin. Malên sivîlan dikin hedef û bi topan hildiweşînin.  Jin, zarok û kesên temên mezin yekemîn hedefa wane. Ka emê kuderê vê herin?”

KEDA 25 SALA NIHA HATIYE RÛXANDIN 

Fatma tevî ku mala wê hatiye topbarankirin jî dibejê ez ê li ber xwe bidim û got: “Ew çiqas xaniyên min hilweşînin jî ez ê bi kEda destê xwe dîsa ava bikim û ezê wekî berê li mala xwe de bijîm. Zêdetirî 25 sala min di nav gelek astengiyên madî de xanî ava kir. Kêfxweşî û xemgîniya xwe me di vê male de derbas kir.”

Di odeyekê mal de wêneyê Meryem El-Ezra, melayê mizgeftê  û ayeta Quranê  li kêleka hev dalaqandî bû. Dema ku wateya daleqandina wan wêneyan ji Fatma pirs kir got ku ev nîşana biratiya gelan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha dewam kir: “Ew wêne diyariya pêkhateyên Aşûrî ye. Ji bo min jî gelek bi nirx e. Tu ferq û cûdahî di navbera me û pêkhateyên din re tune ye. Em bi hevre destek û rihek in.”

‘EW ÇIQAS XERAB BIKIN ÊZÊ AVA BIKIM’

Fatma dema ku rewşa mala xwe ya dawî dinerî hestên xwe ji me re parve kir û got: “Ez hatim li mala xwe binêrim û her ez lê dinerim xemgîn dibim. Yek bi yek encama hovîtiya dewleta Tirk bi destê xwe nîşanî me dike. Ew çiqas xêrab bikin ez ê ava bikim bila wê jî baş zanibin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cZs-oytsHdk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>