Artêşa Lîbyayê dronek Tirkiyê xist

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan dronek Tirkiyê xist xwarê.

Artêşa Lîbyayê dronek Tirkiyê xist
22 ÇILE, 2020   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku drona Tirkiyê ji baregeha Miêtîqiyê ya hawayî derket, hewl da êrişî yekîneyên artêşê yên li Terablusê bike.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê diyar kir ku dronê ji aliyê peregala parastinê ve hate xistin.