Yên ku ji dewleta Tirk bawer dikin, poşman dibin

Qûta wî dizîn, bavê wî revandin û li beramberî serbestberdana wî 5 milyon lîreyên Sûriyê xwestin. Tevî wê jî dayîka wî tehdîd dikin. Ev serpêhatî ya şêniyê bi navê Casim El-Mihemed e, ku ew jî wek gelek koçberên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xapandin.

Yên ku ji dewleta Tirk bawer dikin, poşman dibin
Yên ku ji dewleta Tirk bawer dikin, poşman dibin
Yên ku ji dewleta Tirk bawer dikin, poşman dibin
Yên ku ji dewleta Tirk bawer dikin, poşman dibin
20 ÇILE, 2020   07:10
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran sivîl koçber bûn. Koçberî li piraniya herêmên nêzî xetên şer berdewam e.

Di encama zêdebûna hejmara koçberan de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 64 navend li bajarê Hesekê amade kirin. Tevî Kampa Weşûkanî ya ku bi 12 km li rojavayê bajarê Hesekê ye.

Koçberê bi navê Casim El-Mihemed ji şêniyên gundê Lêlan ê girêdayî Serêkaniyê ye. El-Mihemed behsa binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Watanî ya Sûriyê” yên li dijî malbata wî kir.

El-Mihemed got: "Ji ber wan çeteyên girêdayî Tirkiyê em ji warên xwe derketin. Ew çete îdia dikin artêşek watanî ne lê belê bi xwe komên terorîst û diz in. Çeteyan malên me talan kirin. Genim, ceh, xetasên avê, jenerator, madeyên germkirinê û tevahiya alavên çandiniyê talan kirin."

Bi dehan malbatên bi îdiayên artêşa Tirk a dagirker hatin xapandin. Di nav de malbat a Casim El-Mihemed. Dayîka wî diçe gund da ku mala xwe saxî bike. Lê çete gefan li dayîka wî dixwin. El-Mihemed di vî warî de got: "Tevî ku temenmezin û nexweş e lê gefa kuştinê lê xwarin. Çeteyekî çek da ser sîngê wê."

El-Mihemed diyar kir beriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê dagir bikin, di depoya mala wan de 500 turên ceh û 40 turikên genim hebûn. El- Mihemed got: “Lê tenê 30 turik ji genim û ceh mabûn. Dayîka min ji çeteyên girêdayî tugeya El-Sultan Murad xwest wan turikan bi dizîka derxîne. Jê re gor divê ew destûrê ji emîrê xwe bixwaze. Lê emir ew tişt red kir. "

El-Mihemed destnîşan kir ku dema koçber bûne bavê wî ji mal ji ber tirsa li ser milkên xwe derneketiye û wiha berdewam kir: "Piştî derketina ji gund, çeteyan bavê min revandin. Li beramberî serbestberdana wî 5 milyon lîreyên Sûriyê xwestin. Me tiraktora xwe firot û fîdye da."

Di dawiyê de Casim El-Mihemed spasiya kedên Rêveberiya Xweser a ku alîkariyan pêşkêş dike,  kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xMzQKgTowVE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>