Fermandar Xabûr Akad: Êriş zêde bûne lê em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Til Temirê anî ziman ku êriş zêde bûne û li gundên di bin dagirkeriyê de amadekariya dagirkirina herêmên nû heye lê belê dê nehêlin herêmên nû werin dagirkirin û berxwedana wan didome.

Fermandar Xabûr Akad: Êriş zêde bûne lê em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin
20 ÇILE, 2020   07:00
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxmî agirbest û lihevkirinan jî dewam dikin. Navçeya Til Temir bi taybet bûye hedefa êrişên dagirkeran ku bi çekên giran û balafirên keşfê yên biçek gundewarên navçeyê tên bomberankirin û topbarankirin. Her wiha rojane li ser navçeyê balafirên keşfê jî digerin. 

Tekildarî rewşa dawî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Til Temirê endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad ji ajansa me re axivî.

ÊRIŞÊN LI SER NAVÇEYÊ ZÊDE BÛN’

Akad bal kişand ser êrişên dawîn ên dagirkeriyê û got: “Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên keşfê yên biçek gundewarên navçeya Til Temirê topbaran û bombebaran kirin. Ev êrişên hovanê dibin sedem ku aramiya gelê herêmê bikevê nav xeteriyê. Agirbesta ku di navbera dewletan de hatiye ragihandin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê binpêkirin. Beriya êrişan gelê herêmê di nav aramiyê de dijî, lê niha dewleta Tirk a dagirker dixwaze rewşekê ava bike ku li ser gel her di metirsiyê de bijî. ”

‘EM NAHÊLIN HERÊMÊN NÛ BÊN DAGIRKIRIN’

Akad şêwazên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wiha nirxand: “Bi rengekî yekser li ser navçeya Til Temirê nikarin êriş bikin. Lê gundewarên navçeyê bi çekên giran tên bombebarankirin û topbarankirin. Tevgera çeteyan li gundê ku hatine dagirkirin, zêde bûye û amadekariya wan ji dagirkirina herêmên nû re heye. Planên şaneyên veşartî jî hene ku tevliheviyan di nav gelê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûrî di herêmê de derxin. Me lîstok û siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê herêmê baş nas kir ku bila gelê me jî ji wan lîstok û siyaseta qirêjî re hişyar be. Em jî wek hêzên ku parastina vê herêmê dikin, destûrê nadin ku herêmên nû dagir bikin. Em nahêlin komkujiyên berê dubare bibin.” 

‘HEYA SERKEFTINA BERXWEDANA RÛMETÊ BERXWEDAN BERDEWAM E’

Akad anî ziman ku ew ê bi berxwedana xwe rê nedin dagirkeran ku ji nû ve dewleta Osmanî bê avakirin û got: “Planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hene ku gundewarên Til Temirê yên ku di bin dagirkeriya wan de ye, guhertina demografî lê pêk bînin. Em jî hewl didin wan planên wan bi bin bixin. Heya serkeftina Berxwedana Rûmetê berxwedana me wê her berdewam bike. Em ê bi berxwedanê rê nedin ku ji nû ve dewleteke Osmanî ava bibe û komkujiyan li ser gelê herêmê pêk bîne ku ev gelê me êdî ji komkujiyên berê şiyar bûye.”

ANHA