Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Um El-Keyf yê girêdayî navçeya Til Temir, berdewam e. Şêniyên gund ragihandin berxwedana wan li hemberî dagirkeran dewam dike û ew ji malên xwe dernakevin.

Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
Ji eniyên Berxwedana Rûmetê, gundekî berxwedêr
18 ÇILE, 2020   07:47
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî navçeya Til Temirê dike û rojane balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker digerin. Jiyana sivîlan di bin xeteriyê de ye. Herî zêde gundê ku ji aliyên dagirkeran ve tê hedefgirtin Um El-Keyf e.

Şêniyên Um El-Keyf li dijî êrişan li ber xwe didin û ji malên xwe dernakevin. Rewşa şêniyan di nav êriş û xeteriyan de hat şopandin. Şêniyên gund debara xwe bi kêdîkirina ajalan û çandiniyê dimeşandin. Ji ber êrişan, şênî niha nikarin erdê xwe biçînin. Di her malekê de ajal hene.

Malbatên gund ji êrişên hovane, zarokên xwe li odeyekê de kom dikin. Her çiqas êriş li ser wan hebin jî şênî jiyana xwe ya rojane berdewam dikin. Lê dengê guleyan  jî li ser gund kêm nabe. Zarokên ku di nav şer de mezin dibin bi nîşana sembola serkeftinê ji kamîreya me re peyamek didin hemû cîhanê.

 ‘MALÊN ME BÊN ŞEWITANDIN JÎ EM DERNAKEVIN’

Salih Mihemed ku şêniyekî ji gund e, berxwedana li dijî êrişan wiha anî ziman: “Heger malên me werin şewîtandin jî em ê li ber xwe bidin û em ji malên xwe dernakevin. Her çiqas jiyana me di xeteriyê de be jî em  gundê xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re nahêlin. Em ji ber dengê topan nikarin rakevin û heya saetên sibehê şiyar in. Erdogan çete aniye li hemberî me bi cîh kirine, ka çi ji me dixwaze?  Ev ax, axa me ye.”

‘BI RÊVEBERIYA XWESER RE, ME BEHNA AZADIYÊ KIŞAND’

Selma Cemşîd diyar kir ku heya ji destê wan were wê piştgiriya şervanên xwe bikin û wiha domand: “Her çiqas êriş bikin jî em dev ji gundê xwe bernadin ku ev axa me ye û tiştekî dewleta Tirk a dagirker li gel me tune ye.  Me bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bêhna azadiyê kişand û di nava demokrasiyê de bûn. Her çi ji destê me were ji bo axa me neyê dagirkirin em ê alikariya şervanên xwe bikin û heya mirinê li ser axa xwe bin. Ez 4 zarokên xwe di odeyekê de bicih dikim û wan diparêzim. Her roj sivîl tên hedefgirtin û êriş didomin.”

‘HEBÛNA ME Lİ VİR Jİ RENGÊ BERXWEDANÊ YE’

Hesen Elî destnîşan kir ku daxwaza wan tenê aştî û aramiya berê ye û got: “Heger dewleta Rûsya û Amerîka dev ji berjewendiyên xwe berdin wê karibin bi hêsanî dewleta Tirk ji herêmên me derxînin. Em dibin qurbaniya berjewendiyên dewletan. Gunehê me û yê zarokên me ji wan tê xwestin. Her çiqas tirs hebe jî em ji gundê xwe dernakevin. Em ne Amerîka, ne Rûsya ne jî dewleta Tirk dixwazin li herêmên me hebin. Hebûna me di herêmê de yek ji rengê berxwedana me ye.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oAbOG3RmCWs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>