Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo îro sersaxî ji malbatên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebas Ebas û Ridwan El-Hemîdî re xwest.

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest
14 ÇILE, 2020   12:45
QAMIŞLO

Ebas Ebas û Ridwan El-Hemîdî, li gundê Digurê yê Tirbespiyê, di 12`ê Çileyê de di encamê bombebarana balafireke bêmirov a dewletan Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Konê sersaxiyê li rex Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatibû vedan û kon bi wêneyên şehîdan û alên QSD, YPJ û YPG`ê hatibû xemilandin.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebd Elezîz Osman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd ew in ku canê xwe fidayî axa xwe kirin, ew in ên ku parastina şeref û namûsa xwe kirin." û soza şopandina rêya şehîdan da.

Konê sersaxiyê dê hetanî şevê berdewam bike.

(ekîb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3X09pY9VbKQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>