Xwepêşandan li Îranê berfireh dibe

Xwepêşandanên li dijî xistina balafira sivîlan a Ûkraynanê li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didomin.

Xwepêşandan li Îranê berfireh dibe
12 ÇILE, 2020   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî xistina balafira sivîlan a aîdî Ûkraynanê ku 176 kesên têde jiyana xwe ji dest dan, xwepêşandanên dest pê kirin her diçe berfireh dibin.

Li gor agahiyan xwepêşandan di serî de li paytext Tehran li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistan Kirmaşan didomin.

Hat destnîşankirin ku xwepêşanderên li ber Zanîngeha Razî ya Kirmaşan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine dorpêçkirin û polîsan li Qada Azadî ya bajêr êrîşî xwepêşanderan dikin.

Her wiha hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê hewl didin bi zexta zêde dawî li xwepêşandanan bînin.