Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist

Bi dirûşmeya "Bi rihê jinan ê neteweyî dê berxwedana jinên azad bi ser bikeve" Rêveberiya Jinan a Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist.

Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
Jinên Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist
6 ÇILE, 2020   13:41
REQA

Civîn li navenda çandê li dar ket û endama koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Buroya Jinan a Perwerdeyê û gelek jinên di meclisên herêmî û komînan de dixebitin tê de amade bûn.

Di civînê de rapora salane ya karê Rêveberiya Jinan ji aliyê endama rêveberiyê Fehîme El-Casim ve hat xwendin.

Paşê endama koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hîva Erebo axivî û behsa êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiah got: "Dagirkeriya Tirk axa me dagir dike û hewl dide îradeya gelê me li pêşiya serkeftinan bişikîne."

Her wiha jinan behsa rûdanên li herêmê û armancên dewleta Tirk li Rojhilata Navîn kir. Paşê sînevîzyonek der barê kar û xebatên jinan ên sala 2019`an de hate pêşandan.

Civîn bi diyarkirina plansaziya vê salê ku ji hemleya teşwîqkirina jinan li ser tevlêbûna nava YPJ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, parastina cewherî û hemleya pêşîgirtina madeyên hişbirê, bi dawî bû.

(jo)

ANHA