Koçber û hêviyên sala nû

Şêniyên herêma dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê, ew koçber bûne û di sala nû de hêviya vegera li malên xwe kir.

Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
Koçber û hêviyên sala nû
31 kanûn, 2019   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me hevdîtin bi koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê re çêkir. Koçberan hêvî kir ku di sala nû de çete ji warên wan ên dagirkirî derkevin û dîsa aramî li herêmê vegere.

HESEKÊ

Izedîn Mihemed ji koçberên Serêkaniyê ye û wiha hêviya xwe tîne ziman: “Em nikarin wekî berê sersalê pîroz bikin, ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên xwe herêmên me dagir kirin û hêviya me ew e ku sala nû bibe sala rizgarkirina Serêkaniyê û vegera li malê.”

Necah Dawûd jî ji Serêkaniyê ye û keça wê di êvara sersalê de hatiye dinê. Necah wiha dibêje: “Her dem me bêriya sersalê bi hefteyekê amadekariyên sersalê dikir, lê niha ji ber em koçber in û em nikarin pîroz bikin û min soz daye keça xwe ku em vegerin Serêkaniyê, ez rojbûna wê pîroz bikin, hêviya me tenê vegera li bajarê me ye.”

Rojîn Elî jî axivî û hêviya xwe anî ziman û got di sala nû de ew hêviya vegera li malê û aramiyê dikin.

Zaroka bi navê Aya Mihemed jî koçbereke ji Serêkaniyê ye û wiha axivî: “Di sala nû de dixwazim li mala xwe bim û herim dibistana xwe.”

Her  wiha koçberên ji Serêkaniyê yên ku li navçeya Dirbêsiyê bi cih bûne, axivîn û hêviyên xwe anîn ziman. Fehîma Mihemed wiha hêviya xwe parve dike: “Hêviya me sala nû bibe sala aştiyê û em li warên xwe vegerin.”

Esed Ferhan jî got hêviya wî ew e ku çete ji warên wan derkevin û şahiya herî mezin di roja vegera wan li Serêkaniyê dê were lidarxistin.

Tirkî Xişman jî ji Serêkaniyê ye û li Til Temirê dijî û wiha tîne ziman: “Sala 2019`an saleke dijwar bû û em îşev derbasî sala nû dibin. Berxwedana me berdewam e û hêviya vegera li malên xwe dikin.”

Eyşê Mihemed koçberek ji Serêkaniyê ye û li Til Temirê dijî û wiha anî ziman: “Artêşa Tirk û çeteyên xwe xaka me dagir kirine û malên me wêran kirin, lewma hêviya me ew e ku li malên xwe vegerin û bi aramî bijîn.”

Îva Mihemed jî wiha got: “Hêviya min ew e ku çete ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û em li warên xwe vegerin.”

KOBANÊ

Nayîla Mihemed (64) ji Girê Spî ye û wiha hêviya xwe anî ziman: “Em bi aramî dijiyan û me dest bi lêkirina mala xwe ya nû kiribû, ji nişka ve Tirkiyê li dijî me şer kir û zarokên me qetil kirin û em koçber kirin. Lewma hêviya me ew e ku di sala nû de em li warên xwe vegerin û aştî li herêmê pêk bê û mîsoger bibe.”

Umer Hesen jî Girê Spî ye û wiha hêviya xwe got: “Hêviya min ew e ku ez li mala xwe vegerim, ji ber ku ez nikarim mala xwe ji bîr bikim û hêviya min ew cîhan li dijî êrişên artêşa Tirk bisekine.”

Mihemed Elî yê ji Girê Spî jî wiha hêviya xwe parve kir: “Hêviya min ew e ku ez rewşa herêmê pir baş bibînim, şer û qetilkirin nemîne û aramî mîsoger bibe.”

GIRÊ SPÎ

Koçberên ji kantona Girê Spî jî hêviya derxistina dewleta Tirk ji xaka xwe kir û xwest li malên xwe vegerin.

Ajansa me hevdîtin bi çend koçberên ji Girê Spî yên ku li kampa li gundê Til Semin ê Bakurê Reqayê hatiye vekirin re çêkir. Mistefa Mihemed ji koçberên gundê Medlicê yê kantona Girê Spî ye û hêviya vegera li malê kir, tevî ku mala wî hatiye hilweşandin û bang li civaka navdewletî kir ku çeteyan derxin û mîsogeriya vegera li malên xwe bidin.

Her wiha Ibtîsam El-Ebd ku ji navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî koçber bûye, got: “Ez hêvî dikim sala nû bibe sala aştiyê û koçber li warên xwe vegerin.

Ibtîsam spasiya vekirina kampê kir û got di vê rewşa zor de kel û pelan ji wan re peyda dikin. Ibtîsam di dawiya axaftina xwe de bang li dewletan kir ku zextê li Tirkiyê bikin û alîkariya vegera wan bikin.

Zarokê bi navê Mihemed Zemo jî ku ji koçberên ji Girê Spî ye, wiha got: “Ez hêvî dikim li bajarê xwe vegerim û xwendina xwe dewam bikin.”

ŞEHBA

Şaban Silêman ji Efrînê ye û hêviya sala nû wiha tîne ziman: “Hêviya min ew e ku çete ji Efrînê derkevin û em jî li warê xwe vegirin, ji ber ev 2 sal e em ji warê xwe derketine.”

Edûlê Ehmed got hêviya sala 2020`an bibe sala vegera li warên xwe û aramî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîsoger bibe, li gel ku hêviya bicihkirina yekitiya neteweyî dikin.

Mihemed Xelo jî ji Efrînê ye û wiha hêviya xwe anî ziman: “Hêviya min ew e ku dagirkerî ji Efrînê derkeve û wekî berê aramî û ewlehî mîsoger bibe.”

Tê zanîn ku di 9 Cotmehê de artêşa Tirk êrişî herêmên Girê Spî û Serêkaniyê kir û di encamê de herêm dagir kir û bû sedema koçberkirina zêdetirî 300 hezar sivîlan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qg8gEfEBPdQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>