Alîgirên Hizbullahê balyozxaneya Amerîkayê ya Iraqê dorpêç kir

Li dorhêla balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nakokî ji ber pêkanîna alîgirên ketîbeyên girêdayî Hizbullah û Heşd El-Şebî ya Iraqê ya protestoyeke vekirî, pêk hat ku daxwaza girtina balyozxane û qewitandina balyoz kirin.

Alîgirên Hizbullahê balyozxaneya Amerîkayê ya Iraqê dorpêç kir
31 kanûn, 2019   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, ketîbeyên Hizbullahê yên Iraqê, protestoya vekirî li pêş balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê heta girtina balyoxane û qewitandina balyoz, ragihand.

Li gorî kanala El-Someriye, vê sibehê sekreterê giştî yê Tevgera Esayib Ehlulheq û sekreterê giştî yê Rêxistina Bedir Hadî El-Amirî li pêş balyozxaneya Amerîkayê li herêma El-Xedra ya li naverasta Bexdayê xuya bûn.

Tora Skynewsê jî wiha ragihand: "Xwepêşandêran navendên nobetdariyê yên balyozxenya Amerîkayê ya li Bexdayê, şewitandin.”

Skynewsê diyar kir ku alîgirên Hizbullaha Iraqê camên avahiya balyozxaneya Amerîkayê jî şikandin.

Li aliyekî dîtir jî Reutersê li ser zimanê rayedarên Wezareta Karên Derve ya Iraqê wiha ragihand: "Baylozê Amerîkayê û karmendên balyozxaneyê yên Bexdayê hatin derxistin."

Yekşemê hêzên Amerîkayê rêzederbe li dijî baregehên girêdayî ketîbeyên Hizbullahê yên Iraqê yên nêzî Îranê pêk anîn. Di encamê de herî kêm 25 şervanan jiyana xwe ji dest da. Ew jî piştî êrişa moşekan ku di encamê de karbesekî sivîl ê Amerîkayê li Iraqê jiyana xwe ji dest daye, pêk hat.

Derbeyên li dijî baregeh û depoyên cebilxaneyê yên girêdayî ketîbeyên Hizbullahê li ser sînorê Iraq-Sûriyê piştî du mehan ji êrişên bi moşekan ku berê pêk nehatibûn, pêk tên. Ew jî bi encama hedefgirtina berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê ne.

(fr)