ANHA’yê, rewşa eniyên Eyn Îsayê şopand

Piştî rojekê ji êriş û topbaranê li eniyên bakur û başûrê navçeya Eyn Îsayê, nexasim rêya M4 aramî heye. Li gel ku hêzên artêşa Tirk liv û tevgera xwe li ser rêyên M4 û gundên Bir Eysa, Şerkak û Firûsiyê berdewam dikin.

ANHA’yê, rewşa eniyên Eyn Îsayê şopand
ANHA’yê, rewşa eniyên Eyn Îsayê şopand
31 kanûn, 2019   07:13
EYN ÎSA-ŞERVÎN MISTEFA

Ji beriya  2 rojan ve artêşa Tirk êrişî gelek nuqteyên hêzên rejîmê yên li başûrê rêya M4 û gundên Erîda, Fatisa û Sefewiyê kirin û hêzên Rûsya bê deng in.

Duh bi şev artêşa Tirk êrişî nuqteyên başûrê rêya M4 kirin, nexasim gundên Fatisiyê û Sefewiyê yên beramberî gundê Bir Eysa  û di encamê de 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn û 2 erebeyên leşkerî jî derbe xwarin.

Li gel ku 25 topavêj li gundên nav borî ketin.

Ji hêzên rejîmê destwerdan nekirin û bersiva êrişên artêşa Tirk nedan, QSD`ê destwerdan kirin û bersiva êrişên artêşa Tirk ku malên sivîlên gund kirin aramanc dan.

Ajansa Hawar`ê ku li gundê Sefewiyê yê beramberî gundê Bir Eysa yê bakurê navçeya Eyn Îsayê rastî êrişan hat, fermandarê leşkerî Qehreman Xebat dît û derbarê şera derbasbûyî û rewşa herêmê agahiyên berfireh girtin.

Fermandarê Leşkerî Qehreman Xebat got: “Artêşa Tirk liv û tevgera xwe li ser rêya M4 berdewam dike, hem panzêran  tîne û hem jî xendeqan li gundên ku dagirkirine çêdike. Em ê bersiv bidin û parastina sivîlan bikin.”

Her wiha bal kişand ser ku hêzên Rûsya li ser rêya M4 dewriyan bi rê ve dibin û rewşa artêşa Tirk dişopînin, lê belê li pêşiya çavên Rûsya nuqteyên rejîmê topbaran kirin û Rusya bersiv jî nedan.

(eh)

ANHA