Erdogan li dijî Rûsyayê derdikeve... ‘Li hember çeteyên wan ên li Lîbyayê em bê deng namînin’

Di navbera Rûsya û Tirkiyê de nakokî zêde dibin. Erdogan got welatî wî ne pêkan e ku li hember çeteyên bi piştgiriya Rûsyayê û yên ku alîkariya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter dikin, bê deng bimîne.

Erdogan li dijî Rûsyayê derdikeve... ‘Li hember çeteyên wan ên li Lîbyayê em bê deng namînin’
20 kanûn, 2019   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê li ser zimanê Erdogan ragihand ku bi rêya koma bi navê ‘Fagniz’, “ew dizanin ku çeteyên Hefter li Lîbyayê ne. Hûn dizanin kî temenê dide?"

Reutersê li ser zimanê Erdogan  wiha lê zêde kir: "Ev rastiyek e û ne pêkan e ku li hember vê yekê bê deng bimînin û dê hewl bidin sînerokê jê re deynin."

Ev jî piştî ragihandina Rûsyayê ya metirsiya ji anîna leşkerên Tirk li Lîbyayê re hat ku dê bi wê re jî têkiliya di navbera Moskov û Enqereyê de tevlihev bibe.

Şerê daxuyaniyan di navbera her du aliyan de piştî bilindbûna nakokiya di navber DYA û Tirkiyê de pêk hat.

(fr)