Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin

Di bin dirûşmeya “Bi vîna ciwanan û xwîna şehîdan em ê bi qehremantî û vîna xwe li berxwe bidin heya em armancên gel û şehîdên xwe yên di Berxwedana Rûmetê de bînin cih” Meclisa Ciwanan a Reqayê mihrîcanek li dar xist.

Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
Li Reqayê mihrîcana ciwanan hat lidarxistin
15 kanûn, 2019   16:32
REQA

Mihrîcan li Qada Stada Şeşgoşe li navenda bajarê Reqayê lidar ket. Bi sedan ciwanên Reqa, Dêrazorê, Tebqa tevî endamên navendên çandî yên Reqa, Tebqa û Dêrazorê û bi dehan şêniyên bajarê Reqayê tev li mihrîcanê bûn.

Di mihrîcanê de gelek berhemên hunerî ji stran, şano û helbest girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedan û têkoşînê li hember dagirkeriyê hatin pêşendan.

Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê gelek axaftin bi navên Meclisa Ciwanan a Reqayê endamê rêveber Enwer Mihemed, Meclisa Qanûnsaz a Reqayê hevseroka meclisê Lîlav Xelîl hatin kirin.

Axaftvanan kedên ciwanan û rola wan di têkoşîn û berxwedana li hember êrişkeran silav kirin.

Her wiha teqez kirin ku berxwedan û têkoşîn li hember dagirkeriyê berdewam e heya ku dagirkeran ji tevahiya axa dagirkirî derdikeve. Axaftvanan teqezî li yekitiya axa Sûriyê, serxwebûna wê û azadiya gelên wê kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan destpêkê sinevizyonek girêdayî kurtejiyana şehîd Hevrîn xelef hate pêşkêşkirin. Piştre Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê berhemek li ser hunerên Keratê pêşkêş kir.

Koma Çand û Hunerê ya Tebqayê têkildarî binpêkirin, sûcên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî jinê û şêniyan şanoyek pêşendan.

Her wiha endama rêveber a Ciwanên Dêrazorê Leyla El-Şelaf helbestên têkildarî berxwedanê û lehengiya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û rola ciwanan di berxwedanê de vegotin.

Di dawiya mihrîcanê de koma çandî ya Reqayê stranên gelêrî yên herêmên Reqa, Dêrazor û Tebqayê vegotin.

(şx)

ANHA